Koma  Şanoyê ya  Şaredariya Riya Armûşê bi lîstika xwe ya yekem a bi Kurdî derket ser dikê

21 May 2025, Çarşamba
Koma  Şanoyê ya  Şaredariya Riya Armûşê bi lîstika xwe ya yekem a bi Kurdî derket ser dikê

 

Koma Şanoyê ya Şaredariya Riya Armûşê bi boneya 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî
yekem şanoya xwe ya Kurdî pêşkêş kir.

Koma şanoyê ku girêdayî Gerînendetiya Çand û Karûbarên Civakî ya Şaredariya Riya Armûşê ye di çarçoveya Festîvala Zimanê Kurdî ya 15ê Gulanê yekem performansa xwe ya bi zimanê Kurdî pêşkêş kir.
Lîstika Anton Çehov "Pêşniyara Zewacê"
Weke "Teklîfa Zewacekê" ji bo kurdî hat wergerandin û li ser sahneyê hat lîstin. Lîstik bi girseyeke mezin hat temaşekirin.

Ev lîstika ku Navenda Çandê ya Berîvanê hat lîstin bi tevlîbûna
Endamên meclîsa şaredariyê, rêveberên yekîneyan û ji aliyê gelek welatiyan ve hat temaşekirin. Faysal Yacan ku beriya pêşandanê axaftina vekirinê kir,behsa dîrok û giringiya Cejna Zimanê Kurdî kir û got ku ;Ev şanoya Kurdî ku di vê hefteyê de hatiye lîstin nîşan dide ku giringiyekê didin nirxên xwe yên çandî.  Yacan, di heman demê de ji Canan Uzunay re spasiyên xwe pêşkêş kirin ku ew ji aliyê çandî ve piştgiriyê dide.

Şano ji aliyê temaşevanan ve pir hate ecibandin. Piştî performansê ,lîstikvan, endamên meclîsê û rêvebirên beşê ji bo bîranînê li hev civiyan û wêne kişandin. Koma şanoyê li ser hilberîna xwe ya Kurdî ya din dixebite.Lîstika zarokan a bi navê 'Mala Sosinê' dê  20ê Xizîrana roja înê were lidarxistin û jibo vê lîstikê bang hat kirin ,gel hat vexwendin.

Mobilde[]İpekyolu